Bedran Çiya Kurd hûrgiliyên civîna bi desthilata Şamê re aşkera kirin

Şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Bedran Çiya Kurd, dosyayên girîng ên di peymana dawîn a li gel desthilata Şamê de aşkera kirin.

Bedran Çiya Kurd hûrgiliyên civîna bi desthilata Şamê re aşkera kirin
11 adar, 2025   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd, li ser hesabê xwe yê medyay dîjîtal dosyayên girîng ên ku di civîna duh a fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî û serokê desthilata Şamê Ehmed El Şarî de hatin gotûbêjkirin, aşkera kirin.

Bedran Çiya Kurd wiha nivîsî:

“Îro li Şamê civîneke girîng û dîrokî bi ruhê berpirsyariya nîştimanî ya Sûriyeyî hate lidarxistin, bi armanca dîtina çareseriyan ji bo arîşeyên li Sûriyeyê ku dibe ku rê li ber pêşketina gelek dosyayan veke.

Di civînê de me bûyerên li beravên Sûriyeyê û girîngiya rawestandina tawanên li wê derê tên kirin û her wiha bidawîkirina hemû êriş û operasyonên leşkerî li nav axa Sûriyeyê gotûbêj kirin. Pirsgirêka Kurd jî wek pirseke nîştimanî ya Sûriyeyê hate gotûbêjkirin û biryar hat dayîn ku şandeke hevbeş a kurdî bi serkirdayetiya Sûriyeyê ya demkî re diyalogê bike û bi kûrahî gotûbêj bike.

Her wiha mijarên bingehîn ên girêdayî Rêveberiya Xweser û saziyên wê, mijara hêzên leşkerî û ewlehiyê û çawaniya tevlêkirina wan di nava saziyên nîştimanî yên Sûriyeyê de hatin gotûbêjkirin. Me li hev kir ku dan û standinên berfireh bi rêya komîteyên taybet berdewam bin, di heman demê de mekanîzmayên karê saziyên serwer bi hemahengî li gel Şamê jî dê berdewam bin, li gorî taybetmendiyên saziyên xwecih bi awayekî ku îradeya civakên xwecih di birêvebirina kar û barên wan de û nûnertiya daxwazên wan diyar bike.

Her wiha me rewşa penaber û koçberên sûriyeyî gotûbêj kir û tekezî li ser vegera xelkê Efrînê û Serêkaniyê kir. Hate tekezkirin ku rêveberiya demkî ya Şamê dê ji bo vegereke ewle tedbîrên taybet bigire û piştre dê rayedarên pêwendîdar der barê encaman de bêne agahdarkirin.

Li ber van gotûbêjan, lihevkirineke nîştimanî di navbera sûriyeyiyan bi xwe de çêbû, dûrî destwerdanên derve. Dê ev rêkeftin bibe destpêkek ji bo diyalogeke berfireh û beşdariyeke berfireh di proseya siyasî de. Hate tekezkirin ku divê hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî vê pêvajoya nîştimanî bibin.”

(k)