Di bin konê hevjîn û kurê xwe de soza xwe nû kir

Hevjînê Xalîde Îsa û bavê Hejar Silêman di bin konê sersaxiyê de hest û helwesta xwe bi van gotinan nîşan da “Dema malbat serî hilde dê qelenê welatê xwe jî bide, îradeya me ji êrişên dewleta Tirk xurttir e.”

Di bin konê hevjîn û kurê xwe de soza xwe nû kir
29 tebax, 2024   14:11
QAMISLO
SÎMA BIROKÊ

Di bin konê sersaxiyê yên dayika Xalîde Îsa û kurê wê Hejar Silêman de, hevjînê Xalîde û bavê Hejar Silêman, Ednan Silêman hest û helwesta xwe li hemberî bûyera hedefgirtina hevjîn û kurê xwe bi me re parve kir.

Ednan Silêman bûyera hedefgirtina hevjîn û kurê xwe wekî du hevalên xwe ji me re şîrove kir û da xuyakirin ku ew ji bo wî bûyereke gelekî giran bû û ev tişt got: “Ez şehadeta her du hevalên xwe li gelên Kurdistanê pîroz dikim.”

Bi gotina “Roj bi roj îradeya me bi hêztir dibe.” Ednan Silêman helwesta li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li beramberî berxwedan û têkoşîna gelan li herêmê nîşan da.

Ednan Silêman diyar kir ku ew û malbata xwe bi dehan salan e, bi ked û xebata xwe welatê xwe diparêzin û wiha anî ziman: “Dema malbat serî hilde divê qelen bide, qelenê welat jî şehadet û xwîn e.”

Ednan Silêman da zanîn ku ew li ser pêkanîna fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bi israr in û dest ji rêya xwe bernadin.

Bi gotina “Di bin vî cihê pîroz de ez careke din soza xwe nû dikim.” Ednan Silêman ji bo Kurdistaneke azad û pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan soz da.

Duh li taxa Enteriyê ya Qamişloyê di encama teqînekê de dayika Xalîde Îsa û kurê wê Hejar Silêman şehîd bûbûn.

ANHA