Bersiva şêniyên Çilaxayê li hember dewriyeya Rûsya-Tirkiyeyê

Şêniyên bajarê Çilaxayê êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û kiryarên hêzên Rûsyayê şermezar kir û got dê li hember dagirkeran li ber xwe bidin.

Bersiva şêniyên Çilaxayê li hember dewriyeya Rûsya-Tirkiyeyê
29 tebax, 2024   14:18
QAMIŞLO

Şêniyên bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê daxuyaniyek da. Endamên saziyên sivîl û xizmetguzariyê yên bajêr tev li çalakiyê bûn. Endamê Komîteya Dibistanan Şivan Şemo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker ji bo ku ewlehiya herêmê têk bibe û darbe li projeya neteweya demokratîk a ku hêviyên gelan di azadiyê û jiyana aştiyane de kirin yek û îsbat kir ku tenê bi rêya wê hêviyên gelê Sûriyeyê dê pêk werin, bike êrişên xwe yên bi balafiran û ajanên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne.

Her wiha di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Tirkiye bi erêkirina Rûsyayê van êrişan dike û bûyera li Dêrna Axî dema hêzên Rûsyayê bi gule û bombeyên gazê êriş gel kir û pê li xwepêşandarekê kir, vê yekê û hevkariya wê bi dewleta Tirk re îsbat dike.

Di daxuyaniyê de teqîna li Qamişloyê û bûyera li gundê çêbûye, hatin şermezarkirin û teqezî bi berdewamkirina têkoşînê û berxwedanê li hember dagirkeran hate kirin.

(şx)

ANHA