Şêniya panzêra Rûsyayê pê lê kiriye detayên bûyerê vegotin

Şêniya ku panzêreke Rûsyayê pê lê kiriye, diyar kir ku ew qebûl nakin dewriyeyên Rûsya-dewleta Tirk ên hevbeş di herêmên wan re derbas bibin û destnîşan kir ku hêzên Rûsyayê xwestin şêniyan bitirsînin û li şûna berpirsyariyên xwe bi cih bînin, pê li wê kiriye.

Şêniya panzêra Rûsyayê pê lê kiriye detayên bûyerê vegotin
29 tebax, 2024   13:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniya ku panzerê Rûsyayê pê lê kiriye Evîn Îsa, li nexweşxaneya Dêrikê tê dermankirin. Evîn Îsa têkildarî bûyerê ji ajansa me re axivî.

Evîn Îsa diyar kir ku ew ê xwepêşandanên xwe li hember dewriyeyên Rûsya-dewleta Tirk yên hevbeş bidomînin û got Rûsya berpirsyariyên xwe nayne cih û êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê berdewam in, lewra xwepêşandanên wan jî dê bidomin.

Evînê got: "Em qebûl nakin, dewriyeyên hevbeş ên bi dewleta Tirk re ku êrişî herêmên me dike, di herêmên me re derbas bibin."

Evînê anî ziman ku li şûna hêzên Rûsyayê berpirsyariyên xwe bi cih bînin û êrişan rawestînin, hewl da şêniyan bitirsînin û bi panzêrên xwe ajotin ser wan.

Evîn Îsa (31) dayika 4 zarokan e û ji gundê Dêrna Axî yê bajarê Çilaxa ye. Dema şêniyên gund li dijî dewriyeya hevbeş a Rûsya û dewleta Tirk derketin, panzêreke Rûsyayê pê li wê kiribû.

(şx)