Di 77 saliya xwe de fêrî zimanê kurdî bû

Temenê wî nebû asteng ku xwena xwe pêk bîne û fêrî zimanê dayîkê bibe û hemû dîwanên Cegerxwîn bixwîne.

Di 77 saliya xwe de fêrî zimanê kurdî bû
Di 77 saliya xwe de fêrî zimanê kurdî bû
Di 77 saliya xwe de fêrî zimanê kurdî bû
Di 77 saliya xwe de fêrî zimanê kurdî bû
Di 77 saliya xwe de fêrî zimanê kurdî bû
Di 77 saliya xwe de fêrî zimanê kurdî bû
23 sibat, 2026   06:40
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Fewzî Silêman Osê 77`salî ye, li gundê Til Şeîr ê girêdayî bajarê Tirbespiyê ye. Xwendina xwe li dibistana olî a bajarokê Hilwa hetanî navîn domand û fêrî zimanê Erebî û inglêzî bû. Piştî salên dirêj xwe fêrî xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî- kurmancê dike, bê ku tu kes wî fêr bike ew bi xwe bi rêka xwendina pirtûkên ziman ên kurdî ên di asta yekemîn û duyemîn, di nava 2 salan de fêrî zimanê kurdî bû.

Ji zarokatiya xwe ve helbestvanê kurd Cegerxwîn li gundê Til Şeîrê naskir û ji wê demê de xwena wî ew bû ku karibe bi kurdî bi xweîne û binvîse.

Fewzî Osê di sala 2022`an de dest fêrbûna zimanê kurdî kir, piştî 2 salan ew fêr bû. Piştî fêrî zimanê dayîkê bû dest bi pêkanîna xeyala xwe kir, xeyala wî ew bû ku her 10` dîwanên Cegerxwîn bixwîne û binvîse. Fewzî di dema xwendinê de helbestên ku bala wî dikşîne li cem xwe li ser lênûseke taybet dinivîse.

Osê ji me re behsa rêwîtiya xwe kir û got:" Bi xwendina helbesta ewil min gelek zehmetî dît, taybet ji ber pirgirên çavên xwe, ji ber nivîs hûr bû lewra bi min zehmet dihat."

ZEHMETÎ NEBÛ ASTENG

Li gel fewzî Osê hêzek xurt hebû ku di vî temenî de xwe fêrî zimanê dayîkê bike, tu zehmetî nebûn kelem û wiha dom kir: " Her hevoka ku min dixwend yan dinivîsand hêza di hundirê min de zêde dibû. Helbesta pêşî ku min ji dîwanên Cegerxwîn nivîsand bi vî sernavî bû "Yar ku ne mêvanê te be, ma tê bi mizgînê çikê, daye ne rêzanê te bê ma tê bi dûrbînê çikê."

Osê diyar kir ku ew ê di dema pêş de hemû dîwanan bixwîne û helbestên ku bala wî bikşîne dê li ser lênûsa xwe zêde bike, him nivîsa xwe him xwendina xwe xurtir dike.

Osê destnîşan kir ku çi mirovekî kurd divê xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe bizanibe xwendina bi zimanê dayîkê ji her kesî tê xwestin û li ser hemuyan ferz e û ev li gotinên xwe zêde kir:" Gelê kurd heger bi zimanê xwe nexwîne û nenivîsîe, kurdîtiya wî nîvco ye, wek leşkerekî dema ku here şer û nizanibe çeka xwe bi kar bîne, divê em jî berî her tiştî zimanê xwe fêr bibin."

Fewzî Silêman Osê di dawî de hêvî kir ku kurd bibin yek û yekitiya xwe  xurt bikin û bang li hemû kurdan kir ku xwe û zarokên xwe fêrî nivîsandin û xwendina bi zimanê dayîkê bikin.

(k)

ANHA