Pêkhateyên Til Temir: Em zimanê nefretê qebûl nakin

Aşûr, Ereb û Kurd ên Til Temir bi yek helwestî diyar kirin ku ew zimanê nefretê qebûl nakin û divê têkiliya xwe ya civakî biparêzin.

Pêkhateyên Til Temir: Em zimanê nefretê qebûl nakin
23 sibat, 2026   02:45
HESEKÊ

Suryan, Asûrî, Kurd û Ereb ên bajarê Til Temirê li beramberî hewldanên derxistina fitneyan de civaka xwe şiyar kir û gotin:"Divê em neyên provokasyonan û em bi hev re jiyan û têkiliya xwe biparêzin."

Jina bi navê Senai Ebûd a ji pêkhateya Ereb diyar kir ku li Rojava hemû pêkhateyan bi hev re dijîn û wiha got: "Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybet li Rojava hemû pêkhate û ol hevgirtî ne û û demokratîk bi hev re dijîn. Têkiliya civakî ya hemû pêkhateyan bi sedê salan didome. Niha hinek alî hene hewl didin fitnê têxin navbera Ereb û Kudan de. Dixwazin pirsgirêk di navbera wan de derbikevin. Civak bi giştî destwerdanên hêzên derve qebûlnakin."

Tonî Hena yê ji pêkhateya Asur jî anî ziman ku bajarê Til Temirê bi hemû pêkhateyên xwe bedew û dewlemend e û ev li gotinên xwe zêde kirin "Tevahî pêkhate her timî bi hev re aştiyane dijîn. Hewldanên aliyên dixwazin pirsgirêkan di navbera pêkhateyan de derbikevin, ne gihîştin hedefê xwe. Civakê di van 14 salan de li hemberî hemû êrişan wekheviya xwe ya civakî û dîrokî parastin."

Zehra Emîn a ji pêkhateya Kurd anî ziman ku êrişên vê dawiyê yên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandoreke mezin li ser civakê kir û got:" Hinek aliyan li ser medya dijîtal û dezgehên ragihandinê xwestin fitnê têxin navbera Kurd û Ereban. Lê belê pêkhateya Kurd, Ereb, Suryan û Asûrî dikarîbûn têkiliya xwe ya dîrokî biparêzin û neyên provokasyonan. Di şoreşê de tevahî pêkhateyan bi hev re xebitîn û em nijatperestiyê qebûl nakin."

Mervan El Xelef jî got:"Di encama parvekirinên li ser medya dijîtal de acizbûn çêbûn. Lê belê ev provokasyon ji aliyê hêzên derve ve dihat kirin. Xelkê hêrêmê naxwazin di navbera wan de şer çêbibe û têkiliya wan a civakî xira bibe. Gelê Kurd û Ereb fitnê qebûl nakin û dixwazin jiyana xwe bi hev re berdewam bikin."

ANHA