Dewleta Tirk li bajarokê Dêrelokê yê Başûr rêya nû ya leşkerî çêdike

Dewleta Tirk a dagirker li bajarokê Dêrelokê yê Başûrê Kurdistanê dest bi çêkirina rêyeke nû ya leşkerî kiriye.

Dewleta Tirk li bajarokê Dêrelokê yê Başûr rêya nû ya leşkerî çêdike
22 sibat, 2026   21:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî dîmenên belavbûyî, artêşa Tirkiye bi amûrên giran ên leşkerî li Geliyê Reşava ya bajarokê Dêrelokê girêdayî navçeya Amêdiyê ye dest bi çêkirina rêyeke nû ya leşkerî kiriye.

Ji ber çêkirina rê gelek xwezaya herêmê bi teqemeniyan hatiyeh hilweşandin û bi taybet cihên xwezayî yên dikeve Geliyê Reşava

Ev hewldana dewleta Tirk ya li herêmê zextê li welatiyan dike ku mal û gundên xwe yên li herêmê vala bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye dewleta Tirk ji sala 2019’an ve bi hinceta cuda cuda li Herêmên Başûrê Kurdistanê dest bi operasyonên leşkerî dikir. Heta niha bi dehan navend û baregehên leşkerî û îstixbaratî li nava xaka Herêma Kurdistan û Iraqê hene. Ev êriş û operasyon bûn sedemê valakirina bi sedan gund û şehîdkirina gelek welatiyên sivîl yên li Herêmê.

Li aliyê din nêzî salekê ye pêvajoyek di navbera Tirkiye û Rêber Apo de heye û di vê çarçoveyê de Tevgera Azadiya Kurd kongreya xwe pêk anî û dawî li hebûna xwe û hemû çalakiyên xwe aniye.