Di 24 saetên dawîn de miqdara barîna baranê li herêmê

Li piraniya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh û îro baraneke gur bariye. Herî zêde jî li Tirbesiyê û Çilaxa barî.

Di 24 saetên dawîn de miqdara barîna baranê li herêmê
5 sibat, 2024   13:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Ragihandinê ya Desteya Çandinî û Avdanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tabloya barîna baranê ya di 24 saetên borî de belav kir. 

Li gorî wê rêjaya barîna baranê wiha ye: Dêrik: 3 mm, Zehîriyê: 3 mm, Hîmo: 3 mm, Tirbespiyê: 10 mm, Qamişlo: 1.4 mm, Til Koçer: 4 mm, Dirbêsiyê: 3 mm, Çilaxa: 10 mm, Til Birak: 3.5 mm, Til Elo: 9 mm, Hesekê: 3.5 mm, Mebrûke: 3 mm, Til Temir: 3 mm, Til Beyder: 33 mm.

(şx)