Rêveberiya Xweser cil û bergên zivistanê li şargirtên asta seretayî belav kirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Dêrazorê bi rêya saziyên perwerdeyê cil û bergên zivistanê li şargirtan belav kirin.

Rêveberiya Xweser cil û bergên zivistanê li şargirtên asta seretayî belav kirin
Rêveberiya Xweser cil û bergên zivistanê li şargirtên asta seretayî belav kirin
5 sibat, 2024   13:37
DÊRAZOR

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a kantona Dêrazorê li şagirtên refên 1, 2 û 3 yên dibistanên li rojava û rojhilatê Dêrazorê 579 pakêtên cil û bergên zivistanê belav kirin. 

Dibistanên ku cil û bergê li şagirtên wê hatine belavkirin ev in: Ebrehiye Cenûbiye, dibistanên El Besîra yê rojhilatê Dêrazorê, dibistana Ebûd El Sultan ê rojavayê Dêrazorê.

Di her pakêtekê de; kum, şal, palto, sol, binkiras, kiras, pantolon, lepik û gore hene.

Komîteyê destnîşan kir ku xebatên belavkirina pakêtên zivistanê, di çarçoveya hewldanên xurtkirina perwerdeyê û piştgiriya malbatan de ne.

(şx)

ANHA