Sekreterê giştî yê Meclisa Ewlehiya Neteweyî ya Îranê li Iraqê ye

Sekreterê giştî yê Meclisa Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Alî Akber Ehmedyan gişat Iraqê

Sekreterê giştî yê Meclisa Ewlehiya Neteweyî ya Îranê li Iraqê ye
5 sibat, 2024   13:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Roj News`ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyeke agahdar ragihand ku cîgirê şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê Îsam El Sadî pêşwaziya sektreterê giştî yê Meclisa Ewlehiya NEteweyî ya Îranê Alî Akber Ehmedyan kiriye û pê re civînek li dar xstiye.

Malpera Şefeq News jî diyar kir ku serdan rojek e, Ehmedyan dê bi serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya El Sûdanî û gelek rayedarên iraqî re bicive.

Wezîrê karên derve yê Îranê Huseyn Amîr Ebdullahyan ragihandibû ku Ehmedyan dê serdana Iraqê bike ji bo ku ewlehiya herêmî nîqaş bike.

(şx)