Dezgehên ragihandinê: Îsraîlê li dijî Yemenê êriş pêk anîn

Dezgehên ragihandinê yên Îsraîlê û yên Erebî ragihand ku bi dehan balafirên şer ên artêşa Îsraîlê li dijî depoyên petrolê yên mînaya Ras El Îsa û mînaya Hudeyde yên rojavayê Yemenê êriş pêk anîn.

Dezgehên ragihandinê: Îsraîlê li dijî Yemenê êriş pêk anîn
29 îlon, 2024   18:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya "Yedioth Ahranoth" desteya radyoyê yên Îsraîlê da zanîn ku bi dehan balafirên şer ên Îsraîlê li dijî mînaya Hudeyde êriş pêk anîn.

Kenala "El Mesîra" ya girêdayî tevgera Ensarellah El Hûsî ya Yemenê ragihand ku Îsraîlê li dijî bajarê Hudeyde êriş pêk anî.

Girêdayî wê, tora El Erebiye da zanîn ku Îsraîlê depoyên petrolê yên mînaya Ras Îsa ya Hudeyde hedef girtin. Her wiha dezgehên ragihandinê da zanîn ku di êrişan de mînaya Hudeyde jî hat hedefgirtin.

(mh)