Dewleta Îranê di 2 hefteyan de 21 kes bi dar ve kirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê eşkere kir ku di nava 2 hefteyên borî de 21 girtî li girtîgeha Adil Abad a Şîrazê hatine bidarvekirin.

Dewleta Îranê di 2 hefteyan de 21 kes bi dar ve kirin
29 îlon, 2024   17:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku rêxistinê parve kirine, ji kesên ku hatine bidarvekirin, ciwanek û 2 welatiyên Efganîstanê û 4 kes jî welatiyên Baluçistanê bûn.