Şanoya ‘Pîne’ bi rêza 3’yan hate pêşandan

Koma Şano ya Henar a girêdayî Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê bi şanoya ‘Pîne’ bi rêza 3’yan li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hate pêşandan.

Şanoya ‘Pîne’ bi rêza 3’yan hate pêşandan
Şanoya ‘Pîne’ bi rêza 3’yan hate pêşandan
Şanoya ‘Pîne’ bi rêza 3’yan hate pêşandan
Şanoya ‘Pîne’ bi rêza 3’yan hate pêşandan
Şanoya ‘Pîne’ bi rêza 3’yan hate pêşandan
29 îlon, 2024   20:41
QAMIŞLO

Koma Şano ya Henar a girêdayî Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê, bi şanoya ‘Pîne’ bi rêza 3’yan ku derhêneriya wê Gulê Welat dike, senaryo û pêşkêşiya wê Şevzan Mehmûd dike, li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo, bi tevlîbûna gelek kesan hate pêşandan.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Lîstikvan û Şanoger Şevzan Mehmûd axivî.

Şevzan Mehmûd di axaftina xwe de piştî ku bixêrhatina mêvanan kir û şano hat pêşandan.

Di lîstika Pîne de, di hemû qadên jiyanê de pirsgirêkên ku têne jiyankirin wek rexne tê destgirtin û ji bo çareseriyan, peyamên xurt di nava xwe de dihewîne.

Şanoya bi navê “Pîne” bi rêza yekem ku ji 12 xelekan pêk dihat, di sala 2020’an de hatibû pêşandan. Bi rêza 2’yemîn jî ku ji 12 xelekan pêk dihat, di sala 2023’yan de hat pêşandan. Pîne bi rêza xwe ya 3’yan ku ew jî ji 12 xelekan pêk tê, gihîşte temaşevanan.

Li gorî agahiyên ku endamê Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê ji ajansa me re parve kirine; amadekariyên rêza 4’an a Şanoya Pîne ku ew jî ji 12 xelekan pêk tê, tê kirin.

Çav li rê ye ku di sersala 2025’an de rêza 4’an ya Pîne were pêşandan.

(bm)

ANHA