Dezgeha serokatiyê ji ber biryara vegerandina înternetê hat sekinandin

Desthilatên dadweriya Îranê xebatên dezgeheke serokatiyê ya ku biryara vegerandina xizmeta înternetê li welêt dabû rawestandin

Dezgeha serokatiyê ji ber biryara vegerandina înternetê hat sekinandin
26 gulan, 2026   17:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Desthilatên dadweriya Îranê îro ragihand ku "Dezgeha Taybet a Rêxistin û Birêvebirina Fezaya Elektronîk" hatiye rawestandin. Ew dezgeh ji hêla Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan ve di 12ˊê Gulanê de hatibû damezrandin.

Piştî rojekê ji biryara dezgehê ya vegerandina hêdî hêdî ya xizmeta înternetê li welêt, ku ji destpêka aloziya di navbera Îran-Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)-Îsraîlê de qut e, dadweriya Îranê biryara rawestandina xebatên dezgehê da.

(fr)