Zanîngeha Kobanê beşdarî Konferansa Navneteweyî ya li Polonyayê bû

Konferansa 8ˊemîn a Aborî, Rêveberî û Siyasetê ku ji hêla Zanîngeha Szczecê li Polonyayê ve tê organîzekirin, bi beşdariya Zanîngeha Kobanê û çend zanîngehên din dest pê kir. Armanca konferansê xurtkirina hevkariya akademîk û danûstandina pisporiya zanistî ye.

Zanîngeha Kobanê beşdarî Konferansa Navneteweyî ya li Polonyayê bû
Zanîngeha Kobanê beşdarî Konferansa Navneteweyî ya li Polonyayê bû
Zanîngeha Kobanê beşdarî Konferansa Navneteweyî ya li Polonyayê bû
Zanîngeha Kobanê beşdarî Konferansa Navneteweyî ya li Polonyayê bû
Zanîngeha Kobanê beşdarî Konferansa Navneteweyî ya li Polonyayê bû
Zanîngeha Kobanê beşdarî Konferansa Navneteweyî ya li Polonyayê bû
26 gulan, 2026   16:28
KOBANÊ

Konferansa 8ˊemîn a Aborî, Rêveberî û Siyasetê ku ji hêla Zanîngeha Szczecê li Polonyayê ve hat lidarxistin, îro bi beşdariya Zanîngeha Kobanê û çend zanîngehên din dest pê kir. Armanca konferansê xurtkirina hevkariya akademîk û danûstandina pisporiya zanistî di navbera saziyên perwerdehiyê yên beşdar de ye.

Duh, Endamê Rêveberiya Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim, ji bo beşdarbûna konferansê gihîşt Polonyayê. Di konferansê de hejmarek akademîsyenên ji çend zanîngeh û saziyên perwerdehiyê beşdar bûn.

Armanca konferansê pêşxistina asoyên hevkariya zanistî û akademîk, danûstandina pisporiyê di warên aborî, rêveberî û siyasetê de û lêkolîna derfetên hevkariyên pêşerojê di navbera zanîngehên beşdar de ye.

(fr)

ANHA