QSDˊê nasnameyên 3 şehîdên xwe aşkera kirin

QSDˊê bi daxuyaniyekê nasnameyên 3 şervanên xwe ku di encama krîza dil de şehîd bûne aşkera kirin

QSDˊê nasnameyên 3 şehîdên xwe aşkera kirin
16 kanûn, 2025   16:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameyên 3 şehîdên xwe aşkera kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Em nasnameyên 3 şervanên xwe ku di encama nexweşiyên giran de dema li ser erka xwe bûn şehîd bûn aşkera dikin.

Em sersaxiyê didin malbatên şehîdan û hevrêyên wan û tevahî malbatên şehîdên me û diyar dikin ku dilsoziya bi fedakariyan şehîdan re wê metodeke me ya sabit bimîne. Têkoşîna me wê heta pêkanîna armancên wan ên avakirina welatekî ewle û aram ku ji teror û dagirkeriyê vala dewam bike.

Agahiyên der barê nasnameyên şehîdan de wiha ne:

Nasnav_Agirî

Nav û paşnav: Ehmed Xelef El Nasir

Navê dayikê: Emîra

Navê bav: Xelef

Cihê jidayikbûnê: Şedadê-Serab

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Nexweşxaneya Kîsra-krîza dil-12ˊê Kanûna 2025ˊan.

Nasnav: Bengîn Serêkaniyê

Nav û paşnav: Hisên Dawûd Xedîce

Navê dayikê Nefîsa

Navê bav: Dawûd

Cihê jidayikbûnê Qenter

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê-Nexweşxaneya Şehîd Sariya-krîza dil-13ˊyê Kantûna 2025ˊan.

Nasnav: Herekol Til Hemîs

Nav û paşnav: Malik Mihemd El Xelîl

Navê dayikê: Asya

Navê bav: Mihemed

Cihê jidayikbûnê: Til Hemîs

Cih û dîroka şehadetê: Şam-emeliyeta dil-12ˊyê Kanûna 2025ˊan."

(fr)