Li Siwêdayê mayîn bi ambulansekê de teqiya: 6 birîndar

Li Siwêdayê ji ber teqîna mayînekê bi ambulansekê de, 6 kes birîndar bûn.

Li Siwêdayê mayîn bi ambulansekê de teqiya: 6 birîndar
29 gulan, 2025   14:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser rêya Erîqa-Necran a li rojhilatê Siwêdayê ji ber teqîna mayînekê bi ambulansekê de, 6 kes birîndar bûn.

Nûçegihana me ji herêmê ragihand ku mayîn bi ambulansa nexweşên ku ji bo şûştina  gurçikan diçûn Nexweşxaneya El Wetenî de teqiya û di encamê de 6 kes birîndar bûn. Li gorî nûçegihana me birîndar rakirine Nexweşxaneya El Wetenî.

Li gorî agahiyên ku rêveberiya nexweşxaneyê dane, rewşa birîndaran sivik e.

(bb)

ANHA