Îsraîlê li başûrê Lubnanê 2 kes kuştin

Hate ragihandin ku li başûrê Lubnanê di êrişa artêşa Îsraîlê ya li dijî wesayîtekê de 2 ciwan hatin kuştin.

Îsraîlê li başûrê Lubnanê 2 kes kuştin
27 ÇILE, 2026   11:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê li ser rêya Dewha Keferruman-Kefertebînît a başûrê Lubnanê wesayîtek kir hedef.

Li gorî medyaya Lubnanê, êriş bi 3 mûşekan hat kirin, di encamê kesên bi navê Samir Elaa Hetît (22) ê ji bajarokê Diwêr û kesekî misirî bi navê Ehmed Ebdulnebî Remedan (22) hatin kuştin.

Medyaya Lubnanê ragihand ku "Samir Hetîtî xwendekarekî zanîngehê ye, li gel bavê xwe di saziya firotina parçeyên erebeyan de li herêma Nebetiyê de kar dikir. Ehmed Remedan jî li bajarokê Diwêr bi navê xwe re di dikana sererastkirina sarincan (berade) de dixebite."

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichai Adraee li ser mijarê agahî li ser X’ê parve kirin û îdia kir ku artêşa Îsraîlê 2 endamên Hizbullahê li herêma Nebetiye ya başûrê Lubnanê kirin hedef.

Li bajarokê Yarûn ê navçeya Bint Cibêl jî droneke Îsraîlê bombe avêt malekê.

(b)