Dewleta Tirk a dagirker li gundekî Amêdiyê da

Artêşa Tirk a dagirker derdora gundê Guherz a ser bi bajaroka Amêdiyê topbaran kir.

Dewleta Tirk a dagirker li gundekî Amêdiyê da
20 kanûn, 2023   13:45
NAVENDA NÛÇEAYN

Li gor Rojnews′ê ku agahiyên ji çavkaniyên herêmê girtiye, di saetên nîvro de artêşa Tirk a dagirker derdora gundê Guherz a ser bi Amêdiyê topbaran kir.

Hat gotin ji ber topbaranê ziyan bi mal û rezên welatiyan gihaye. Di derbarê ziyanên canî de jî tu zanyariyek zelal bi dest neket.

Li gor dîmenek ku li ser medya dijîtal hatiye parvekirin, parçeyên teqemeniyên ku dewleta Tirk a dagirker  bikaranîne li nava gund ketine û ziyan gihandine xanî û baxçeyên welatiyan.