Li Şehbayê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir

Di çarçoveya pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan de û ji bo piştgiriya çalakiya girtiyên siyasî yên di zindanên dewleta Tirk a dagirker de, li Şehba çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir.

Li Şehbayê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir
Li Şehbayê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir
Li Şehbayê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir
Li Şehbayê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir
Li Şehbayê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir
Li Şehbayê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir
Li Şehbayê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir
Li Şehbayê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir
20 kanûn, 2023   13:38
ŞEHBA

 Bi dehan şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û neaşkerakirina rewşa wî, her wiha ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên di zindanên dewleta Tirk de, dest bi greva birçîbûnê kir.

Însiyatîfa Gel konê çalakiyê li Parka 4'ê Nîsanê ya li navçeya Ehdasê ya Şehbayê vedaye. Bi dehan endamên Kongra Star, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Heyva Sor a Kurd, Desteya Perwerde û Hîndekariyê û gaziyên şer beşdarî çalakiyê bûn.

Beşdaran piştgiriya xwe ji bo girtiyên siyasî yên li zindanên dewleta Tirk nîşan da.

Endamên Însiyatîfa Gel Mistefa Mihemed bi zimanê erebî û Rûken Ehemd bi zimanê kurdî di çalakiyê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Li Tirkiyeyê heta ku tecrîd bi dawî nabe, tu kes nikare behsa demokrasî, azadî û edaletê bike û ji bo wan tê bikoşe; ji ber vê yekê hemû girtiyên azadîxwaz ên li girtigehên Tirkiyeyê dest bi greva birçibûnê kir. Divê her kes li Tirkiye û cîhanê tecrîda li ser Rêber Apo bi zelalî bibîne û li dijî rejîma îşkenceyê ya li Îmraliyê û li dijî qirkirina Kurdan raweste.”

Di daxuyaniyê de bêdengiya rêxistinên mafên mirovan a li hemberî siyasetên rejîma Tirk hat şermezarkirin û hate gotin: “Heya agahiyek ji Rêber Apo bê wergirtin em çalakiyên xwe bidomînin.”

Piştre helbest û stran ji aliyê endamên Navenda Çand û Hunerê ya Kantona Efrîn û Şehba ve hatin pêşkêşkirin.

Çalakiya greva birçîbûnê dê sibê bi dawî bibe.

(zş)

ANHA