Wêjevan Arif Hiso hat bibîranîn

Zanîngeha Kobanê bi çapkirina berhemên wî, wêjevan Arif Hiso bi bîr anî.

Wêjevan Arif Hiso hat bibîranîn
20 kanûn, 2023   14:16
KOBANÊ

Wêjevan Arif Hiso duh di salvegera xwe ya yekemîn de ji aliyê Zanîngeha Kobanê ve hate bibîranîn. Di bîranînê de berhemên wêjevan Arif Hiso ku bi navê "Berhevokek ji Folklora Kobaniyê" hatibûn komkirin, hatin îmzekirin.

Arif Hiso hîndekarê Beşa Folklorê ya Zanîngeha Rojava bû, piştre li Zanîngeha Kobanê waneyên wêjeya kurdî didan. Her wiha çîrok dinivîsandin û agahiyên li ser folklor û kevneşopa taybet a Kobanê berhev dikirin.

Pirtûka ‘Berhevokek ji Folklora Kobaniyê’ dîrok û erdîngariya gundên Kobanê vedibêje.

Berpirsê Beşa Folklorê ya Zanîngeha Kobanê Aras Hiso li ser çapkirina pirtûkê got: "Zanîngeha Kobanê xwest qenciya ku nemir Arif Hiso kiriye bibersivîne. Zanîngehê piştî têkiliyên bi malbata nemir re berhemên wî di pirtûkekê de kom kirin û çap kir, da ku winda nebin.”

Hiso anî ziman ku ev pirtûk ji bo parastina çîrok û adetên herêmê bi sûd e û dê di pêşketina asta hişmendiya nifşên nû de alîkar be.

(bb)

ANHA