Dewleta Îranê kolberek qetil kir

Kolberê ku di encama êrişa hêzên Îranê de birîndar bibû, piştî 17 rojan jiyana xwe ji dest da.

Dewleta Îranê kolberek qetil kir
13 kanûn, 2023   16:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyan, kolberê bi navê Hebîb Rezayî (52) ku beriya 17 rojan di encama êrişa hêzên Îranê de birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.

 Hate zanîn ku Hebîb Rezayî xelkê bajarê Ciwanro ye, li sînorê bajarê newsud ya ser bi Kirmaşanê di encama êrişa hêzên Îranê de birîndar bibû. Hebîb ji ber giraniya birîna xwe îro danê siharê li nexweşxaneya Ciwanro jiyana xwe ji dest da.

 Tê payîn cenazeyê Hebîb li goristana Hacî Îbrahîm ya li Ciwanro bê veşartin.