Girtiyên li girtîgeheke din jî tev li greva birçîbûnê bûn

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê ragihand ku di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' wan jî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye.

Girtiyên li girtîgeheke din jî tev li greva birçîbûnê bûn
13 kanûn, 2023   15:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Di roja 17'an a greva birçîbûnê ya dorveger de ku girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê dimeşînin, girtiyên siyasî yên li girtîgeheke din jî tev li çalakiyê bûn.

Îsmet Karak ê li Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê bi rêya malbata xwe peyamek da û ragihand ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan wan dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Girtî Îsmet Karak ragihand ku dê 10 rojan carekê greva birçîbûnê bi dorvegerî bikin û li ser girtiyên di hucreyan de agahî da.

Karak got: “Em berxwedana girtiyan, gerîla û gelê Kurdistanê yê welatparêz silav dikin. Çalakiya me dê dewam bike. Berxwedan jiyan e.”