Li Hesekê meşa girseyî ya ji bo Rêber Abdullah Ocalan

Li Hesekê bi sedan kesî bi meşeke girseyê xwest rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan were zelalkirin û azadiya wî ya fîzîkî pêk were.

Li Hesekê meşa girseyî ya ji bo Rêber Abdullah Ocalan
Li Hesekê meşa girseyî ya ji bo Rêber Abdullah Ocalan
Li Hesekê meşa girseyî ya ji bo Rêber Abdullah Ocalan
Li Hesekê meşa girseyî ya ji bo Rêber Abdullah Ocalan
Li Hesekê meşa girseyî ya ji bo Rêber Abdullah Ocalan
Li Hesekê meşa girseyî ya ji bo Rêber Abdullah Ocalan
Li Hesekê meşa girseyî ya ji bo Rêber Abdullah Ocalan
13 kanûn, 2023   16:04
HESEKÊ

Di çarçoveya pêngava cîhanî ya bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de, her wiha bi daxwaza aşkerakirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan piştî erdheja ku li Tirkiyeyê pêk hatî, li Hesekê meşeke girseyî hat lidarxistin.

Meşa bi sedan kes tev lê bibûn  ji Çerxerêya Şehîd Arîn Mîrkan a li taxa Mişêrfê dest pê kir. Di meşê de pankartên "Bi rihê berxwedana girtiyan em ê Rêber Apo azad bikin”, “Bi rihê berxwedana Tîrmehê em ê bi ser bikevin” û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin vekirin.

Meş li sûka navendî ya li taxê veguherî mîtîngê. Endama rêveber a Meclisa Jinên Ciwan a PYD′ê ya herêma Cizîrê Sara Hesen axivî û got armanc ji komployên navneteweyî û tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan şikandina îradeya gelan û têkbirina projeya wî ya demokratîk e.

Sara Hesen got ew ê bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî bin, heta azadiya wî ya fîzîkî pêk were.

Endamê meclisa PYD′ê ya navçeya Holê Emar El Mûsa jî bang li saziyên mirovî kir ku li ber binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan rabin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî bixebitin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(bb)

ANHA