Dewleta Îranê 5 girtiyên din bi dar ve kirin

Dewleta Îranê 5 girtiyên ku du ji wan xelkê Efganistanê, yek xelkê Iraqê û du ji wan jî xelkê Rojhilatê Kurdistanê ne, li girtîgeha navendî ya Tewrêz û Mihabade bi dar ve kirin.

Dewleta Îranê 5 girtiyên din bi dar ve kirin
29 tebax, 2024   16:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya herêmî, îro 5 girtiyên din li girtîgehên Tewrêz û Mihabadê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin bidarvekirin.

Li gorî heman agahiyan, kesên hatine bidarvekirin navê yek ji wan Şapur Husênî xelkê Tewrêz, Îrfan Ebdulezîzî Kurdê xelkê Kerkûkê, du welatiyên Efganî bi navê Cubula (32) û Muşeref ((27) li girtîgeha Tewrêz hatine bidarvekirin.

Hat diyarkirin ku her çar girtî ji roja şemiya borî ve hatibûn xistina hucreya take kesî.

Her wiha girtiyê bi navê Sîrwan Ebobekirî (30) yê xelkê Serdeştê li girtîgeha navendî ya Mihabadê hat bidarvekirin.