SOHR: Di Tebaxê de li Derayê 14 kes hatin kuştin 

Ji destpêka Tebaxê ve li bajarê Derayê ji ber rewşa tevliheviyê, nebûna aramî û ewlehiyê 14 kes hatine kuştin.

SOHR: Di Tebaxê de li Derayê 14 kes hatin kuştin 
29 tebax, 2024   16:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di meha Tebaxê de 24 bûyerên tevlihevî û bikaranîna çekan qewimîn. Di wan bûyeran de 14 kes hatin kuştin û 20 din birîndar bûn.

Ev amar nîşan didin ku tundî û tevliheviya li bajarê Derayê piştî pêvajoya "lihevkirinê" ya hikumeta Şamê zêdetir bûne.

Bûyerên tevliheviyê yên hedefgirtina leşker, kesayetên xwecih, muxalifên hikumeta Şamê û alîgirên wê zêde dibin. Her wiha di Derayê de şaneyên çeteyên DAIŞ'ê û bazirganên mezin ên narkotîkê bi cih bûne.

(mh)