Hemasê agirbesta mirovî y a 7 rojan erê kir

Hemasê piştî hişyariyên navneteweyî ku şer dirêj bike û di encamê de felcbûna zarokan bêtir belav bibe, agirbesteke mirovî ji bo 7 rojan qebûl kir.

Hemasê agirbesta mirovî y a 7 rojan erê kir
29 tebax, 2024   15:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Hemasê Cîhad Taha ragihand ku tevgerê agirbesteke mirovî ya ji bo 7 rojan qebûl kiriye, ji bo ku ajansa alîkarî û xebatê ya penaberên filistînî (UNRWA) û rêxistina zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) derziyan bidin zarokan da ku wan ji felcbûnê biparêzin. Sekreterê giştî yê NY`yê António Guterres 16`ê Tebaxê hemleya derzîlêdanê ragihandibû.

Komîserê giştî yê UNRWA’yê Philippe Lazzarini hişyarî da ku heke agirbesta mirovî dereng bimîne, dê xetereya belavbûna felca zarokan zêdetir bibe.

Kanala 13 a Îsraîlê duh ragihandibû ku Îsraîlê daxwaza wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken ji bo ragihandina agirbestê li Xezayê bi armanca zarokan derzî bikin, erê kiriye.

Lê nivîsgeha serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ew nûçe derewandibû. Nivîsgehê di daxuyaniyê de diyar kir ku "ne agirbest e lê belê ji bo diyarkirin hin cihan li Xezayê ji bo ku derziyan bidin zarokan. Ev pêşniyar li Cabinet re hatiye pêşkêşkirin û pisporan piştgiriya wê kiriye.”

Hefteya borî WHO`yê ragihandibû ku ji 25 salan ve cara yekê ye li Xezayê zarokeke 10 mehî bi felca zarokan nexweş dibe.

(şx)