Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê civîna xwe ya salê li dar xist

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Reqayê ji bo nirxandina kar û xebatên sala borî, civîna xwe ya salê li dar xist. Di civînê de ji bo pêşxistina qada perwerdeyê gelek biryar hatin girtin. Jê vekirina dibistanekê ji zarokên ker û lal heye.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê civîna xwe ya salê li dar xist
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê civîna xwe ya salê li dar xist
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê civîna xwe ya salê li dar xist
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê civîna xwe ya salê li dar xist
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê civîna xwe ya salê li dar xist
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê civîna xwe ya salê li dar xist
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê civîna xwe ya salê li dar xist
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê civîna xwe ya salê li dar xist
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê civîna xwe ya salê li dar xist
20 tebax, 2025   17:09
REQA

Desteya Perwerdeyê ya kantona Reqayê bi dirûşma “Fêrkirin pêşketin e û perwerde name ye” civîna xwe ya salê li hola civînan a avahiya desteyê ya li Reqayê li dar xist. 

Hevserokên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hevseorkên Meclisa Rêveber a kantona Reqayê, berdevkên dibistanan û serokên navendên perwerdeyê yên kantona Reqayê tev li civînê bûn.

Cîgirê hevserokên Partiya Sûriya Pêşerojê Zelal Ceger di civînê de axivî û got: “2025, ji bo sûriyeyiyan destpêkeke nû bû piştî hilweşîna rejîma Baasê. Lewma divê rewş bi berfirehî were nirxandin. Lihevkirinên di navbera dewletan û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta veguhêz de wekî xwe dimeşin. Di hin aliyan de nêrînên cuda hene.”

Zelal destnîşan kir ku nenavendîbûn, nayê wateya parçebûnê lê wateya wê rastîn ew e ku şêniyên kantonê, xwe bi xwe, kantona xwe bi rêve bibin. Zelal wiha domand: “Me aramiyek bi dest xistiye em naxwazin vegerin rojên rejîma berê.”

Dûre hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Reqayê Mihemed Elî perspektîfên perwerdeyê xwendin. Di perspektîfan de hate diyarkirin ku zanîn gelek girîng e û ji bo bi serxistina perwerdeyê divê şert û merc guncew bin û divê civak bi zanînê were avakirin.

Piştî wê, hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Reqayê Zelîxe Ebdî rapora salê û ya rêxistinî xwend. Piştre sînefizyonek têkildarî kar û xebatên sala xwendinê ya 2024-2025 a desteyê, hate pêşandan.

Civîn li pêşiya çapemeniyê girtî berdewam kir û dawiyê encamnameyek hate ragihandin ku hevseroka desteyê Zelîxe Ebdî xwend.

Di encamnameyê de ev xal hatine bibîrxistin: vekirina dibistanan li Sebxayê, vekirina dewreyên akademîk ên vekirî û girtî, lidarxistina pêşbirgan di navbera mamosteyên dibistanên Sebxayê de, vekirina dewreyên taybet ji berdevkên dibistanan re, vekirina dibistana ker û lalan, dibistana Elî Deham, danîna plansaziya 2025-2026`an û perwerdekirina mamosteyan li ser metaryalên ku saziya metaryalan guhertine.

(şx)

ANHA