Li Hemayê ji heman malbatê kesek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn

SOHRˊê ragihand ku di êrişa çekdarî ya nenas a li gundewarê rojavayê Hemayê de ji heman malbatê kesek hat kuştin û 2 kesên din bi giranî birîndar bûn.

Li Hemayê ji heman malbatê kesek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn
20 tebax, 2025   15:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku îro çekdarên nenas ji heman malbatê kesek qetil kir û 2 bira jî birîndar kirin. Dema ew welatî diçûn karê xwe ya li nêzî gundê Keferbo yê rojavayê Hemayê ji aliyê çekdarên nenas ve hatine gulebarankirin.

Li gorî SOHRˊê, ew her kes elewî ne û rakirin nexweşxaneyan.

(fr)