Şêniyên Dêrazorê cenazeyê şervanekî QSD`ê spart axê

Şêniyên kantona Dêrazorê cenazeyê şervanê QSD`ê Hemed Ebid El Iweyid li goristana şehîdan oxir kirin û soz dan ku heta serkeftinê bi dest bixin li ser şopa şehîdan bin.

Şêniyên Dêrazorê cenazeyê şervanekî QSD`ê spart axê
Şêniyên Dêrazorê cenazeyê şervanekî QSD`ê spart axê
Şêniyên Dêrazorê cenazeyê şervanekî QSD`ê spart axê
Şêniyên Dêrazorê cenazeyê şervanekî QSD`ê spart axê
Şêniyên Dêrazorê cenazeyê şervanekî QSD`ê spart axê
Şêniyên Dêrazorê cenazeyê şervanekî QSD`ê spart axê
Şêniyên Dêrazorê cenazeyê şervanekî QSD`ê spart axê
20 tebax, 2025   17:15
DÊRAZOR

Şêniyên kantona Dêrazorê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya, sazî û desteyên Meclisa Rêveber a kantona Dêrazorê tev li merasîma oxirkirina şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Hemed Ebid El Iweyid bûn. 

Şehîd Elî Şêr (Hemed Ebid El Iweyid) 17`ê Tebaxê ji ber nexweşiyeke giran şehîd bûbû.

Di merasîmê de hevseroka Meclisa Malbaêtn Şehîdan a kantona Dêrazorê Reşe Mihemed wiha axivî: “Di vê roja pîroz de, em bejna xwe li ber şehîdan ditewînin.”

Endamê Saziya Gaziyên Şer a kantona Dêrazorê Şahîn Ehmed axivî û got: “Em bi şehîdan serfiraz in. Wan ji bo ax û gel canê xwe feda kir. Navên wan dê her tim rêya azadiyî û rûmetê ronî bike.”

Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya ya kantona Dêrazorê Îkram Ebdurezaq jî wiha axivî: “Şehîd, lehend, zend û bendên vî welatî ne. Wan ax û namûs ji zulmê û xayînan parast. Bi xwîna wan a pak axa welat rizgar bikin. Fedakariyên şehîdan komployên dewletên hegemonîk û komploger têk birin.”

Girseyê soz da ku heta armancên şehîdan bi dest bixin, dê şopdarên rêya wan bin.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radetî malbatê hate kirin. Di dawiya merasîmê de rêhevalên şehîd, cenazeyê şehîd bi dirûşmên “bi can û xwîn em bi te re ey şehîd” spartin axê.

(şx)

ANHA