Desteya Enerjiyê zirarên heta niha ji ber êrişan bûne aşkera kirin

Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser binesaziya herêmê bi qasî 5 milyon dolar zirar çêbûye û nêzî 120 malbat ji av û elektrîkê bê par mane.

Desteya Enerjiyê zirarên heta niha ji ber êrişan bûne aşkera kirin
27 cotmeh, 2024   06:10
REQA
ENIS MIHEMED

Dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên huvane li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dewam dike. Dagirker bi balafirên şer û bêmirov binesazî û avahiyên stratejîk bombebaran dikin.

Di encama van êrişan de stasyonên petrol, gaz û kehrebê yên li bajarê Kobanê û kantona Cizîrê bi temamî ji xizmetê derketin û welatî ji av û kehrebê mehrûm bûn.

Hevseroka Desteya Enerijiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ziyad Rustem destnîşan kir ku wan gelek ked di zirarên êrişên berê yên dewleta Tirk a dagirker de yên di dawiya 2023ʹyan û destpêka 2024ʹan de dan.

Di Mijdara 2023ʹyan û destpêka 2024ʹan de binesazî û stasyonên petrol, gaz û kehrebê ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker gelek zirar dîtin û ji xizmetê derketin. Ji bo jinûve ew stasyon bikevin xizmetê Rêveberiya Xweser gelek ked dan, lê piştî demeke kurt dîsa dagirkeriyê êrişên dest pê kirin.

Rustem li ser stasyon kehrebê yên li bajarên Amûd û Tirbespiyê yên kantona Cizîrê û bajarê Kobanê hatine bombebarankirin axivî û got ew ji xizmetê derketin û dê nêzî 120 hezar welatî ji av û kehrebê mehrûm bibin, her wiha dê avahiyên xizmetguzariyê mîna firne û aşan jî, ji ber ku bê kehrebe man, bisekinin.

Rustem diyar kir ku di êrişên xwe de stasyon kehrebê didin bombebaran dike.

Rustem zirarên heta niha li binesazî û cihên xizmetguzriyê diyer kir ku 5 milyon dolar zirar bûne û got hîna zirar bi temamî nehatine teyeitkirin, ji ber ku hîna êriş dewam dikin.

(fr)

ANHA