Şebekeya avê ya Şedadê tê sererastkirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê dest bi sererastkirina şebekeya ava vexwarinê ya Şedadê kir. Piştî 12 salan dê ava vexwarinê bigihêje malan.

Şebekeya avê ya Şedadê tê sererastkirin
27 cotmeh, 2024   04:10
HESEKÊ
XIDIR FEYAD

Ev 12 sal e ava vexwarinê li bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê qut bûbû. Ji ber qutbûna avê şêniyan gelek zehmetî kişandin û av ji tankerên ji bajarê Hesekê dihatin dikirî. Depoyeke avê ya 5 bermîlan bi zêdetirî 60 hezar lîreyên Sûriyeyê dihat kirîn.

Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk bajarê Şedadê di Sibata sala 2016’an de rizgar kir, Rêveberiya Xweser li gorî derfetên xwe de hewl da ava vexwarinê ji xelkê re bi rêya tankên Saziya Avê peyda bike, lê tenê karî pêdiviyên beşeke biçûk peyda bike.

Ji bo çareserkirina kêmbûna avê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê bi şêniyên gundên El Awed û El Gers, Um Hecere, El Behsa û Edla yên Şedadê re hevkarî kir ku ava vexwarinê dabîn bikin, ji ber ku ava van gundan ku 3-5 km dûrî bajêr in, bi kêrî vexwarinê tê.

Li gorî vê hevkariyê, welatiyan 5 alavên şîrînkirina avê kirîn û li van gundan bi cih kirin, Rêveberiya Xweser jî sotemenî ji bo xebitandina wan alavan peyda kir.

Bi vê projeyê re beşek ji hewcedariya ava vexwarinê ya gel hate dabînkirin û bû sedem ku nirxê depoya avê ya 5 bermîlan dakeve 40 hezar lîreyî.

Ji bo ku ev pirsgirêk bi temamî were çareserkirin, Şaredariya Gel a Şedadê, projeya sererastkirina şebekeya avê ya bajêr da destpêkirin.

Berpirsê beşa teknîk a Şaredariya Gel Emîn Bilal got di çarçoveya projeyê de dê xetên avê yên xerabûyî bêne guhertin û yên din bêne sererastkirin.

Bilal diyar kir ku wan berî çend rojan dest bi projeyê kirine û ji bo pêkanîna wê 60 hezar dolar hatiye terxankirin, tê payîn ku proje di nava 3 mehan de bi dawî bibe.

Li gorî Bilal piştî ku şebekeya avê bikeve xizmetê, dê bi stasyona parzûnkirinê ya li ser çemê Firatê ve were girêdan, da ku ava vexwarinê ya paqij bigihêje bajêr.

Emîn Bîlal destnîşan kir ku ava ku ji stasyonê tê dê hemû hewcedariya ava vexwarinê ya bajarê Şedadê û gundên derdora wê dabîn bike.

(k)

ANHA