Ji ber êrişan 366 gund û navenda Kobanê ji kehrebê mehrûm bûn
Êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî stasyona dayîna kehrebê ya bajarê Kobanê 366 gund û navenda bajêr ji kehrebê mehrûm kirin.
Ji şeva 23ʹê Cotmehê ve artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer û bêmirov û çekên giran Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digire.
Balafirên şer avahiyên zindî û stratejîk bi awayekî sîstematîk bombebaran kirin û di encamê de ji xizmetê derketin.
Li gorî hevseroka Desteya Enerjiyê ya kantona Firatê Ayşe Nasir, balafirên dewleta Tirk a dagirker stasyona kehrebê ya bajarê Kobanê yê kantona Firatê yekser kir armanc, bi wê re 366 gund û navenda bajêr ji kehrebê mehrûm bûn.
Ayşe diyar kir ku ji ber derketina stasyona kehrebê ji xizmetê, bîrên avê jî sekinîn, li kêlek wê jî cihên stratejîk ên li bajarê Kobanê bi temamî sekinîn.
Ayşe li ser asta zirarê bi stasyonê bûye axivî û diyar kir ku ji ber liv û tevgera bênavber a balafirên delweta Tirk a dagirker li asîmanê herêmê û êrişên wê tîmên taybet nikarin xwe bigihîjin stasyon û ziraran binirxînin.
Dewleta Tirk a dagirker li kêlek bombebarankriina stasyona kehrebê, firina otomatîk a bajarê Kobanê bombebaran kir û zirarên madî çêbûn, her wiha depoyên dexlûdanan li gundê Rovî jî hedef girtin, di encamê de karkerek şehîd bû û 7 karker jî birîndar bûn.
(fr)
ANHA