Desteya Enerjiyê ya Cizîrê tora elektrîkê ya Zirganê sererast dike

Desteya Enerjiyê Cizîrê, di çarçoveya hewldanên xwe yên berdewam ji bo baştirkirina xizmetguzariyên bingehîn û binesaziyê li herêmê, xebatên sererastkirina tora elektrîkê ya bajarê Zirganê, didomîne.

Desteya Enerjiyê ya Cizîrê tora elektrîkê ya Zirganê sererast dike
Desteya Enerjiyê ya Cizîrê tora elektrîkê ya Zirganê sererast dike
Desteya Enerjiyê ya Cizîrê tora elektrîkê ya Zirganê sererast dike
Desteya Enerjiyê ya Cizîrê tora elektrîkê ya Zirganê sererast dike
Desteya Enerjiyê ya Cizîrê tora elektrîkê ya Zirganê sererast dike
Desteya Enerjiyê ya Cizîrê tora elektrîkê ya Zirganê sererast dike
Desteya Enerjiyê ya Cizîrê tora elektrîkê ya Zirganê sererast dike
Desteya Enerjiyê ya Cizîrê tora elektrîkê ya Zirganê sererast dike
18 nîsan, 2026   17:33
HESEKÊ

Tîmên sereastkirinê 3 roj berê dest bi xebatê sererastkirina xetên elektrîkê û stasyona sereke ya li Zirganê kirin, û tê payîn ku xebat 10 rojên din berdewam bike heta sererastkirin temam bibe.

Rêvebirê Beşa Lêkolînan a Desteya Enerjiyê, Endezyar Îsmaîl Mihemed, diyar kir ku di qonaxa yekem de asta zirarê hat nirxanin pêdiviyên pêwîst ji bo sererastkirina tora elektrîkê hatin destnîşankirin.

Mihemed piştrast kir ku tîmên sererastkirinê bi piştgiriya Rêveberiya Xweser di navenda bajêr de xebatên xwe didomînin da ku torên voltaja nizm sererast bikin, û destnîşan kir ku di dema pêş de dê hemû tor elektrîkê sererast.

(k)