Welatiyek li gundewarê Humsê hate kuştin

Li gundewarê başûrê bajarê Humsê, welatiyek bi guleya çekdarên nenas hat kuştin.

Welatiyek li gundewarê Humsê hate kuştin
18 nîsan, 2026   17:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me li Humsê ragihand ku çekdarên nenas 3 gule berdan welatiyê bi navê Heyder Younis Mistefa yê 50 salî, dema ku ew di otomobîla xwe de bû li ser rêya di navbera gundên Kefernan û El Xecar de û di encamê de jiyana xwe ji dest da. Êrişkar jî reviyan cihekî nediyar.

Çavkaniyên herêmî ji nûçegihanê me re diyar kirin  kir ku ev ne bûyera yekem e ku ev malbat rastê tê, di nava salekê de 3 endamên malbatê di rewşên bi guman de hatine kuştin.