Meclisa Jinan a PYD`ê xwest têkilarî şehîbûna Xezal lêpirsîn bê destpêkirin

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) der barê bûreya li Kampa Behrikê ya girêdayî Parêzgeha Hewlêrê qewimî de û ji bo şehadeta Xezale Mewlan daxuyanî da.

Meclisa Jinan a PYD`ê xwest têkilarî şehîbûna Xezal lêpirsîn bê destpêkirin
18 nîsan, 2026   17:08
KOBANÎÊ 

Daxuyanî li qada Jina Azad a bajarê Kobanê bi zimanê Kurdî ji aliyê endama Kongra Star Cûrî Temî ve û bi zimanê Erebî ji aliyê endama Meclisa Ciwanan a PYD`ê Evîn Mihemed Cimo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: ''Di vê bûyerê de, şervana Kurd Xezale Mewlan, birîndar bû. Piştre ew birin nexweşxaneyek li Silêmaniyê, lê kiryara neexlaqî û nemirovane ya redkirina qebûlkirina wê bû sedema şehadeta wê.''

Her wiha hat gotin: “Di van şert û mercên dijwar de, divê gelê Kurd li hemû beşên Kurdistanê ji bo parastina nasname û hebûna xwe yekgirtî bin. Lêbelê, em bawer dikin ku tiştê ku diqewime zirarê dide yekitiya me gelê Kurd.

Jinan di daxuyaniya xwe de ev kiryar şermezar kir û bang li hemû jinên cîhanê û bi taybetî jinên Kurd kirin ku bibin yek û li dijî van kiryarên ku xizmeta civakê an jinan nakin bisekinin.

Herî dawî ev hate gotin: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rêveberiya Silêmaniyê û bi taybetî jî YNK`ê lêpirsînekê li ser rêveberiya nexweşxaneyê bidin destpêkirin û wan ji vê kiriyarê berpirsiyar bigirin.”