Dengdayîna hilbijartinên parlamentoya Almanyayê dest pê kir

Îro hilbijêrên Almanî berê xwe da sindoqên hilbijartinan ku dengê xwe ji bo hilbijartinên parlamentoyê bidin.

Dengdayîna hilbijartinên parlamentoya Almanyayê dest pê kir
23 sibat, 2025   18:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Hilbijêrên Almanî ji bo ku dengê xwe di hilbijartinên parlamantoyê yê welat de bidin, çûn ser sindoqan.

Kanala Almanî ya Deutsche Welle diyar kir ku di van hilbijartinan de mafê zêdetirî 59 milyon kesî heye ku dengê xwe bidin. Li gorî kanalê, navendên dengdanê li seranserê Almanyayê saet 08:00’ê sibehê li gorî dema herêmî deriyên xwe ji hilbijêran re vekirin û biryar e saet 18:00’ê êvarê bên girtin.

Kanalê diyar kir ku hilbijêr wê endamên parlamentoyê ku bi navê Bundestag tê nasîn û hejmara wan 630 ye, hilbijêrin. Ev hilbijartin piştî hilweşîna hevalbendiya sêalî ya bi serokatiya Partiya Sosyalîst a Demokratîk a bi serokatiya serokwezîr Olaf Scholz, pêk tê.

(fr)