Rêveberiya Xweser şehîdên êrişa 2015’an a dijî gundewarê Xabûrê bi bîr anîn

Rêveberiya Xweser şehîdên êrişa 2015’an a çeteyên DAIŞ’ê li dijî Deşta Xabûrê bi bîr anîn û diyar kir ku êrişa rêxistina terorîst a DAIŞ’ê ya li dijî sivîlên li gundewarên Deşta Xabûrê, li gorî qanûnên navneteweyî, komkujî ye.

Rêveberiya Xweser şehîdên êrişa 2015’an a dijî gundewarê Xabûrê bi bîr anîn
23 sibat, 2025   17:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê salvegera êrişa rêxistina terorîst a DAIŞ’ê li dijî gundewarên Deşta Xabûrê bi bîr anî.

Berfirehiya daxuyaniya Rêveberiya Xweser wiha ye:

"23’ê Sibata 2015`an rêxistina terorîst a DAIŞ`ê êrişî herêma Deşta Xabûr ku ji 33 gundan pêk tê, kir. Di hemû gundan de sivîlên ji gelê me Suryan û Asûrî hebûn. Di encama vê êrişa barbarî û hov de trajediyeke mezin çêbû. Şênî koçber bûn, hatin qetilkirin, mal û dêr hatin talankirin û wêrankirin û zêdetirî 250 sivîl hatin dîlgirtin. Ev jî rûpeleke reş e ku li dîroka komkujiyên ku bi ser gelê me yê Suryan û Aşûriyan de di nava dîroka nû û kevin de, zêde bû.

Di dema ku em vê êşê bi bîr tînin de, em berxwedana lehengî ya Meclisa Leşkerî ya Suryanî li dijî êrişa DAIŞ’ê ya li ser gundewarê Xabûr de, bi bîr tînin. Em şehîdên ku di encama vê êrişî de ji bo parastina xak, gel û rûmeta xwe şehîd bûn, her wiha hemû şehîdên sivîl, bi bîr tînin. Bi saya wê berxwedan û îradeya xurt bi hezeran sivîl ji jin, zarok û kalepîran hatin rizgarkirin û ew ber bi herêmên ewle ve hatin veguhastin û bi wê vîna xurt û bi hevkariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Koalîsyona Navneteweyî heta serketinê û rizgarkirinê li ber xwe da. 

Bûyera ku rêxistina terorîst a DAIŞ’ê li dijî sivîlên li gundewarên Deşta Xabûr pêk hatiye, li gorî qanûnên navneteweyî, komkujî ye. Herêma Deşta Xabûr bi hemû gundewarên wê herêmeke wêrankirî ye û pêwîstiya wê bi xebatên civaka navneteweyî heye, da ku destekê bidin Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku atmosfereke baş ji bo jinûve hêmanên jiyanê vegerin, tiştên rêxistina terorîst wêran kirine werin avakirin û xelkê wê yê koçber bi awayekî ewle vegerin. 

Em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê roja biêş bi bîr tînin. Em hêza xwe ji îsrar û berdêlên Meclisa Leşkerî ya Suryanî, YPG, YPJ`ê werdigrin. Em soz didin malbatên şehîdan û gelê xwe ku em ê heta bidestxistina azadî û rûmetê ji hemû gelên Sûriyeyê re, şopdarên rêya şehîdan, bin."

(fr)