Bilûrvanî û sewalkarî bûye beşeke ji nasnameya Xidir El Gênc

Xidir El Gênc bi awazên bilûrê pez û sewalên xwe li çolan diçêrîne. Bilûr ji bo wî, ne tenê amûreke muzîkê ye, ew mîrateyek çandî ya ji bav û kalên xwe wergirtiye ye, îro jî bûye beşek ji nasnameya wî.

Bilûrvanî û sewalkarî bûye beşeke ji nasnameya Xidir El Gênc
24 sibat, 2025   06:10
HESEKÊ
ELÎ SULTAN

Li çolên bajarê Holê yê kantona Cizîrê, Xidir El Gênc pezê xwe diçêrîne. Lê li kêleka karê şivantiya pezan Xidir bilûrvaniyê jî dike û dengê awazên bilûra wî dibe hevalê tenehiya wî li wan çolan.

Xidir dibêje ku hezkirina wî ya bilûrê ji temenê zaroktiyê de dest pê kir. Destpêkê xwe bi lûleyeke blastîk fêr kir, paşê darikê qamîşê peyda kir û bilûra xwe saz kir. Xidir dibêje: "Wan deman bilûr ne tenê amûreke mûzîkê bû, lê belê ew neynika min bû ku min giyanê xwe tê de didît".

Hewldanên Xidir ên destpêkê yên fêrbûna bilûrê di temenê 11 salî de dest pê kir, ew li ser şopa bav û bapîran kete rêye bilûrvaniyê, ta ku fêr bû.

Xidir ne tenê li bilûrê dixe, ew her wiha stranan jî distrê, stranên ku xweşikbûn û bêdengiya çolistanan vedibêjin.

Xidir carê hewl dide hevalên xwe yên li gund jî fêrî bilûrê bike, her şev dema ku karê xwe bi dawî dike, hevalên Xidir li dora wî kom dibin, awazên bilûra wî û stranên wî guhdar dikin û fêr dibin.

Lê Xidir El Gênc ne tenê hunermendek e ku li bilûrê dixe, ew her wiha  sewalkariyê dike û bi çandiniyê re jî mijûl dibe. Sewalkarî ji bo wî ne tenê pîşeyek e, lê belê jiyaneke ku girêdana wî bi xwezayê re pêk tîne.

Bilûr ji bo Xidir ne tenê amûreke muzîkê ye, ew mîrateyeke çandî ya ji bav û kalên xwe wergirtiye ye, îro jî bûye beşek ji nasnameya wî.

(k)

ANHA