DEM Partî destpê hevdîtinên bi gel re kir

DEM Partiyê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de ji du baskan ve dest bi hevdîtinên bi gel re kir. Di hevdîtinan de hate gotin, "Yên ku Kurdan tune dihesibînin û li girtîgehan dirizînin, di 31'ê Adarê de wê ji jin û ciwanan dersê werbigirin."

DEM Partî destpê hevdîtinên bi gel re kir
22 sibat, 2024   14:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari di çarçoveya karên hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de ji du baskan ve dest bi hevdîtinên gel kirin. Rawestgeha destpêkê ya Tulay Hatîmogûllari û şandeya pê re Erdexen bû. Bakirhan û şandeya pê re jî berê xwe dan navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê. Herdu hevserok wê mehekê li qadê bin.

ŞEMZÎNAN

Tuncer Bakirhan li Şemzînanê li navçeya Şemzînanê bi gel re hate gel hev û tev li vekirina buroya hilbijartinê bû. Bakirhan û şandeya pê re li Kaniya Bermêşê ya li Jêbihûra Şapatanê ji hêla girseyekî qelebalix ve bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Piştre jî derbasî buroya hilbijartinê bûn. Konvoya DEM Partiyê li her cihê jê re derbas dibû rastî eleqeyeke mezin a gel hat. Welatiyan bi nîşaneyên serkeftinê û dirûşman konvoy silav kirin. Li pêşiya buroya hilbijartinê jî şande bi girseyî hat pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de alayên partiyên hatin hilgirtin û pêtal hatin vêxistin.

Piştî axaftinan jî bûroya hilbijartinê hate vekirin. Bakirhan û şandeya pê re piştre derbasî navçeya Geverê bûn.

ERDEXAN

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî starta hilbijartina xwecihî ya partiya xwe li Qada Bajar a Haptanê ya li navçeya Mêrdink a Erdexanê da. Beriya hevdîtina bi gel re, xelkê navçeyê Hatîmogûllari li Demîrkapiyê pêşwazî kir û bi hev re bi konvoyê derbasî navçeyê bûn. Partiyiyên ku bi stranan ketin navçeyê, ji hêla gel ve bi nîşaneyên serkeftinê û çepikan hatin pêşwazîkirin.

Tulay Hatîmogûllari piştre jî li navçeyê dest bi serdanan kir.