Tedbîqatên leşkerî yên hêzên Şam û Rûsyayê dewam dikin
Hêzên Rûsya û yên hikumeta Şamê li gundewarê rojhilatê Helebê tedbîqetên leşkerî pêk tînin.
Hêzên Rûsyayê û Firqeya 25’an a Mîsyonên Taybet a bi serokatiya efserê hikumeta Şamê yê nêzî Rûsyayê Suhêl El Hesen tedbîqatên leşkerî pêk tînin. Tedbîqat li nêzî balafirgeha Kiwêris a gundewarê rojhilatê Helebê didomin.
Tedbîqat ji perwerdeyên çalakiyên hewayî, avêtina obîs û moşekan, destwerdana lezgîn û tevgerên balafirên şer ên Rûsyayê li ser asîmanê herêmê pêk tên.
19’ê Sibatê, Firqeya navbor û hêzên Rûsyayê li nêzî herêma Cibûl a gundewarê başûrê rojhilatê Helebê dest bi tedbîqatên leşkerî kiribûn. Tedbîqat bi çavdêriya hêzên Rûsyayê tê kirin.
(bb)