Encamên ezmûnên xwendekarên refa 9`an hat ragihandin

Encamên ezmûnên refa 9`an li Sûriyeyê hat şekerekirin, pê re jî encamên xwendekarên refa 9`an ên materyalên Rêveberiya Xweser jî hatin ragihandin.

Encamên ezmûnên xwendekarên refa 9`an hat ragihandin
18 tebax, 2026   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê encamên ezmûnên refa 9`an ya sala xwendinê 2025-2026`an ên xwendekarên materyalên wezaretê ragihand.

Beriya niha wezaretê aşkare kir ku dê encam bi rêya platforma fermî ya girêdayî wezaretê, piştî temamkirina rêkaran bê aşkarekirin.

Li Parêzgeha Hesekê, Gerînendetiya Perwerdeyê serketina xwendekarên materyalên hikumetê û yên Rêveberiya Xweser pîroz kir û bi rêya platformeke taybet encamên ezmûnan ragihand.

(sb)

ANHA