Hizbullahê  Iraqê mercên çekdanînê eşkere kir

Ketaîb Hizbullah a Iraqê ji bo danîna çekên xwe çend xala diyar kirin û got: ‘‘Divê DYA û Tirkiye ji xaka Iraqê derbikevin û hêzên Pêşmerge jî bên fesixkirin.”

Hizbullahê  Iraqê mercên çekdanînê eşkere kir
18 tebax, 2026   10:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Emîndarê Giştî yê Ketaîb Hizbullaha Iraqê Ebû Mucahîd Esaf, derbarê mercên wan ên ji bo birêkûpêkkirina dosyaya çekan a li Iraqê û gefên wan ên li ser Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku mercê yekem ê Berxwedana Îslamî (Meqaweme) ji bo her nêzîkbûneke li gel hikûmetê ya ji bo dosyaya çekan, vekişîna temamî û rasteqîn a hêzên Amerîkayê ya ji erd û esmanê Iraqê ye. Her wiha divê mîsogerî were dayîn ku ew qet venagerin û biryarên siyasî û aborî yên welat ji bin desthilatdarî û bandora Amerîkayê werin rizgarkirin.

Esaf destnîşan kir ku şertê wan ê duyemîn vekişîna hêzên dewleta Tirk a ji Herêma Kurdistanê û Iraqê ye. Di şertê sêyemîn de jî daxwaza hilweşandina hêzên Pêşmerge kir.

Esaf rexneyên pir tund li Serokwezîrê Iraqê Zeydî kir û got; “Zeydî guh neda şîretên siyasî û pişta xwe spart aliyên din û Nûnerê Amerîkayê Tom Barack.’’

Ebû Mucahîd Esaf bal kişand ser egera bersivdayîna pêngavên hikûmetê û rayedarên Bexdayê tohmetbar kir ku bi ser malan de digirin û tirsê dixin dilê malbatên şehîd, birîndar û endamên komên çekdar. Esaf got: “Bîhnfirehiya me ya li hemberî van kiryarên acizker û bêberpirsiyarî êdî ber bi dawiyê ve diçe.”

Esaf di dawiya daxuyaniya xwe de bang li wan kesên ku wekî “birayên mezin û aqilmend” bi nav kir, kir ku destwerdanê bikin da ku pêşî li vê “têkçûna ewlehiyê” ya ku serokwezîr bûye sedem bigirin.