Li Qamişlo komxebata ‘pênasekirina nasnameya Kurdî û gelên Suriyeyê’

Pêşveçûna sosyolojîk, çandî û siyasî ya nasnameya Kurdî ya beriya Şoreşa Rojava û di dema şoreşê de, her wiha û perspektîfa çareseriya doza kurdî li Sûriyeyê, di komxebatekê de tên gotubêjkirin.

Li Qamişlo komxebata ‘pênasekirina nasnameya Kurdî û gelên Suriyeyê’
Li Qamişlo komxebata ‘pênasekirina nasnameya Kurdî û gelên Suriyeyê’
Li Qamişlo komxebata ‘pênasekirina nasnameya Kurdî û gelên Suriyeyê’
Li Qamişlo komxebata ‘pênasekirina nasnameya Kurdî û gelên Suriyeyê’
21 tebax 2024   11:47
QAMIŞLO

Komxebata bi navê “Pênasekirina nasnameya Kurdî û gelên Sûriyeyê di pergala neteweya demokratîk de” bi pêşengiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), li Hola Zana ya bajarê Qamişloyê dest pê kir.

Bi dehan rewşenbîr, endamên partiyên siyasî, Kongra Star, Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê, parêzer, mamoste, dîroknas beşdarî komxebatê dibin. 

Di komxebatê de mijarên, “Pêşveçûna sosyolojîk, çandî û siyasî ya nasnameya kurdî, berê û piştî şoreşa Rojava” û “Nasnameya Kurd a siyasî û birêxistinbûyî ya ku piştî şoreşê ava bûye û perspektîfa çareseriya doza kurdî li Sûriyeyê” dê bên nîqaşkirin.

Di destpêka komxebatê de hevserokê Mala Ezidiyan a Cizîrê Faruq Tozo xêrhatina beşdarvanan kir û îşaret bi tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan kir û wiha axivî: “Li her cihê cîhanê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakî tên lidarxistin û rojeveke mezin e. Girîngiya fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan her ku diçe zêdetir belavî cîhanê dibe. Di vê pêvajoyê de fikir û ramanên Serok Apo hişt em zehmetiyên pêşiya me derbas bikin û bibin bersiva kesên dixwest Kurdan qir bikin. Em bi hêvî ne ev komxebat ji her kesî re bibe bersiv.”

Endama Komîteya Dîplomasiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nûrşên Hisên û mamosteyê beşa Zanistên Civakî ya Zanîngeha Rojava Sîpan Îsmaîl komxebat bi rê ve bir.

‘40 GIR HATIN LÊKOLÎNKIRIN LÊ RAPORÊN WAN HATIN VEŞARTIN’

Mamosteyê Zanîngeha Rojava Sîpan Îsmaîl li ser mijara yekemîn axivî. Îsmaîl destpêkê bal kişand ser dîroka Kurdan û girîngiya şûnwarên li herêmê û got: “Gelek dewlet û dagirker dîroka Kurdan wek sala 1925`an bi şoreşa Şêx Seîd didin destpêkirin. Ev şaş e. Nasnameya Kurdan bi hezar salan e. Di derxistina şûnawaran re ev derdikeve holê. Li herêmên me tenê 40 gir hatine vekolînkirin. Vekolînên hatin kirin bi zanebûneke gelekî mezin raporên wan hatin veşartin. Ev bi armanca veşartina nasnameya gelê Kurd e.”

`DI ÊRIŞAN DE DÎROK TÊ HEDEFGIRTIN`

Îsmaîl diyarkir ku dijminên gelê Kurd dema êriş dikin şûnwaran hedefdigrin û got: “Dijmin dema êrişî nasnameya Kurd dike bi zanebûn cihê şûnwarî hedef digre. Di dagirkirina Efrînê de Eyn Dara hate xirabkirin. Li Serêkaniyê Girê Til Xelef wekî nasnameya sosyolojiya yekemîn li herêmê tê naskirin hat xirabkirin. Ji bo dîroka Kurdan winda bikin, tine bikin hemû hewildanan dikin.”

Sîpan Îsmaîl destnîşan kirk u nasnameya Kurd û dîroka wê di xeteriyeke gelekî mezin de ye û wiha dewam kir: “Bi taybet girîngî û pênasekirina wê di xeteriyê de ye. Dema şûnwaran xwedî hat derxistin dê nasnaemya Kurd jî xwedî bê derketin.”

Mamoste Sîpan Îsmaîl da zanîn ku li hemberî hemû êrişên nîjadî, cînsî, dîrokî, çandî û civakî Tevgera Azadiya Kurdistanê derketiye û wiha domand: “Xewnên dagirkeran ku zêdeyî 100 salan devam kiriye û dixwazin Misaqî millî pêk bînin Tevgera Azadiyê pêş xwe dîtin. Çareseriya her tiştî Birêz Abdullah Ocalan di bin navê projeya Netewa Demokratîk wekî modelekî nû pêşkêş dike. Projeya netewdewlet derket hole ku bingeha wê nerast e, ji desthiladariyê ye. Polîtîkaya li herêma pêk tê xeta siyemîn e.”

Mamoste Sîpan Îsmaîl bi van gotinan re axaftinên xwe bi dawî kir: “Pêwîstiyeke girîng bi xwedîderketina nasnameya çandî û siyasî heye. Pirsgirêka me ya serekê û rexneya min ew e ku em pişta xwe didin çavkaniyên din, neyên Kurdî. Di lêkolîn û vêkolînan de em vê dikin. Xebatên saziyên me gelekî kêm dimeşê ne li gorî qonaxên vê demê ne. Ger em xwedî li nasnameya vê herêmê derbikevin em dikarin xwe biparêzin.

Komxebat bi nîqaşên beşdaran didome.