Daxuyaniya civîna Dohayê

Wezîrên 5 dewletên Ereban û dewletên "rêveçûna Astanayê" di dawiya civîna xwe ya li Dohayê de daxuyaniyek da û bang kir ku êrişên leşkerî werin bidawîkirin û xebata siyasî bê destpêkirin.

Daxuyaniya civîna Dohayê
8 kanûn, 2024   00:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Civîna taybet bi Sûriyeyê ya li Dohayê bi beşdarbûna wezîrên karên derve yên Qeter, Siûdî, Urdin, Misir û Iraqê û wezîrên karên derve yên Tirkiye, Rûsya û Îranê hate lidarxistin, bi dawî bû.

Di dawiya civînê de daxuyaniyek hat dayîn.

Civîn li hotêla Şîraton a Dohayê di 7ˊê Çileya 2024ˋan de ji bo nîqaşkirina rewşa Sûriyeyê nexasim pêşdeçûnên dawî, hate lidarxistin.

Beşdaran der barê bûyerên dawîn li Sûriyeyê de diyar kir ku berdewamkirina krîza Sûriyeyê li ser welat, ewlehiya herêmî û navneteweyî xeteriyekî mezin çêdike. Ev yek ji tevahî aliyan tê xwestin ku çareseriyekî siyasî ji bo krîza Sûriyeyê bibînin ku êrişên leşkerî werin sekinandin û sivîl ji bandorên vê krîzê werin parastin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin divê êrişên leşkerî werin sekinandin ku li gorî biryara 2254ˋan xebata siyasî were destpêkirin.

Beşdaran teqezî bi dewamkirina nîqaşê û hevkariyê di navbera xwe de kirin ku çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyeyê re were dîtin, da ku armancên gelê Sûriyeyê yên ewlehî, îstîqrar û edaletê pêk bên.

Di dawiya civînê de beşdaran li dengê nûnerê giştî yê NYˋyê yê ji bo Sûriyeyê Geir Pederson guhdar kir û piştgiriya xwe ji hewldanên NYˋyê yên ji bo xwegihandina çareseriya siyasî li gorî 2254ˋan nîşan da.

Hemwextî rûniştina aliyan û dayîna daxuyaniyê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişeke bejahî û hewayî li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nexasim jî li dijî gundewarên kantona Minbicê û gundewarên Helebê pêk anîn. Heta vê kêliyê êriş dewam dikin. Ev yek teqez dike ku dewleta Tirk di binpêkirina lihevkirinên navneteweyî û herêmî de dewam dike.

(fr)

ANHA