"Tehrîr El Şam" Hums xist bin kontrola xwe

Piştî çend rojan ji pêşveçûna ber bi bajêr ve û vekişîna hêzên hikumeta Şamê ji navenda bajêr "Heyet Tehrîr El Şam" bajarê Humsê xist bin kontrola xwe.

"Tehrîr El Şam" Hums xist bin kontrola xwe
8 kanûn, 2024   01:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dehan xelkê bajarê Humsê li ser hesabên xwe yên medyayên dîjîtal belav kirin ku "Heyet Tehrîr El Şam" bajarê Humsê xist bin kontrola xwe.

Çalakvanan diyar kir ku piştî hêzên hikumeta Şamê ji bajêr ber bi Şamê revîn û vekişîn, bajar hat kontrolkirin.

(fr)