Dan û standinên Şam û Rêveberiya Xweser; astengî, xetimîn û zext

Tevî peymana 10’ê Adarê ku wekî derfeteke dîrokî ya çareseriyê hat nirxandin, lê asoyên dan û standinên nûnerên Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê  ne zelal in, heya niha dem ji bo diyalogan nehatiye diyarkirin. Ligel van zextên dewleta Tirk ên li ser Şamê zêde dibin, binpêkirinên meydanî çêdibin, her wiha hikumeta Şamê di nêzîkatiyên xwe de bi israr e.

Dan û standinên Şam û Rêveberiya Xweser; astengî, xetimîn û zext
30 tebax, 2025   05:20
NAVENDA NÛÇEYAN

10’ê Adara îsal (2025) Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û serokê hikumeta Şamê Ehmed El Şeri bi armanca danîna bingehên têkiliyên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de peymanek ji 8 bendan îmze kiribûn.

Li gorî peymanê, mafên Kurdan di destûrê de werin mîsogerkirin, saziyên leşkerî û sivîl di çarçoveya dewletê de werin entegrekirin, şer were rawestandin, vegera koçberan were garantîkirin, gotinên kîndariyê werin redkirin û li dijî terorê xebateke hevbeş were meşandin.

PEYMANA 10’Ê ADARÊ DERFETEK JIDESTDAYÎ YE

Neteweyên Yekbûyî di civîna Konseya Ewlekariyê de ku 18’ê Hezîranê de hatibû lidarxistin, peymana 10’ê Adarê wekî "Derfetek dîrokî" nirxandibû. Lê tevî vê yekê Şamê heya niha bendên peymanê bi cih neanîne. 3 roj piştî îmzekirina peymanê, El Şeri yê ku peyman paşguh kir, "Danezana destûrî" ragihand. Vê yekî jî rewşa xetimîn zêdetir kir û guman li ser niyetên hikumeta Şamê çêkirin.

ASTENGIYA DAN Û STANDINAN, NEBÛNA BAWERIYÊ Û KOMBÛNA HINCETAN

Piştî îmzekirina peymanê, di nava 3 mehên dawîn de bi sponseriya Fransa û Amerîkayê hewldanên lidarxistina hevdîtinan li Parîsê çêbûn. Biryar bû ku 25’ê Tîrmehê hevdîtinek di navbera şandeya Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de pêk hatiba, lê şandeya hikumeta Şamê bi hinceta bûyerên li Siwêdayê ragihand ku ew beşdarî hevdîtinan nabe. Di encamê de hevdîtin hat taloqkirin. Di 9 û 10’ê Tebaxê de jî hikumeta Şamê ragihand ku ew beşdarî dan û standinên Parîsê nabe, lê vê carê Konferansa Yekhelwesta Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku li Hesekê pêk hatibû wekî hincet nîşan da û îdia kir ku Rêveberiya Xweser hewl dide pirsa Sûriyeyê navneteweyî bike.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî di hevpeyvîna li gel ajansa me de ku 5’ê Tebaxê hatibû weşandin got " Ji aliyê dewleta Fransayê ve bi awayekî fermî ji me re hat gotin ku civîn hatiye taloqkirin. Piştre Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot li min geriya û got, ‘em amede bûn, em jî matmayî man." Di hevpeyvîna 4’ê Tebaxê de jî Ebdî gotibû entegrasyon şirîktî ye û  bi zorê nayê çêkirin.

22 BINPÊKIRINÊN PEYMANA 10’Ê ADARÊ

Fermandariya Giştî ya QSD’ê di 9’ê Tebaxê de daxuyaniyek dabû. Fermandariyê ragihand ku 22 caran peymana agirbestê hatiye binpêkirin û daxuyad ku  komên girêdayî hikumeta Şamê rasterast berpirsên van binpêkirinan e. QSD’ê da zanîn ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker û komên di bi sîwana hikumeta Şamê de êrişî kantona Dêrazorê, Til Temirê û Bendava Tişrînê kirine û hewldanên derbaskirina çemê Firatê jî çêbûn. Fermandariya QSD’ê aşkera kir ku di encama van êriş û binpêkirinan de 11 sivîl şehîd bûn û zerar li milkên şêniyan bûn.

QSD`ê her wiha destnîşan kir ku ev êriş bi navaroka peymana 10’ê Adarê re bi nakok e û hişmendiya şer pêş dixe, di demekê de ku pêdiviya Sûriyeyê bi diyalogan heye. QSD’ê di daxuyaniyê de bang li hikumeta Şamê û hêzên girêdayî wê kir ku dimildest binpêkirinan rawestîne û got, dê parastina herêmê bidomîne û destê wê ji diyalogan re vekirî ye.

DEWLETA TIRK ASTENGKARÊ SEREKE YÊ DIYALOGAN E

Geşedanên ku rû didin rola dewleta Tirk a astengkirina rêgeha dan û standinên di navbera hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser de nîşan dide. Di vê çarçoveyê de wezîrê karên derve yê Tirk Hakan Fîdan di 8’ê Tebaxê de serdana Şamê kir û hevdîtin bi Ehmed El Şeri û rayedarên hikumeta Şamê re pêk anî. Di 13’ê Tebaxê de jî wezîrê parastinê û yê karên derve yên hikumeta Şamê serdana Enqereyê kir.

Pişt van hevdîtinan, hikumeta Şamê ragihand ku ew ê beşdarî dan û standinên Parîsê nebe. Şîrovekaran helwesta Şamê bi zextên dewleta Tirk û astengkirina her nêzîkbûnekê di navbera nûnerên Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de girêda da. Daxuyaniyên aşkera yên wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê ku QSD’ê tawanbar dike, her wiha daxuyaniyên rayedarên Tirk ên li dijî Rêveberiya Xweser vê rastiyê piştrast dikin.

ROLA NAVNETEWEYÎ DI NAVBERA NAVBEYNKARÎ Û ZEXTAN DE

Tevî astengkirinan jî, Parîs û DYA’yê hewla vekirina kanalên diyalogan didomînin. Di 22’ê Tîrmehê de nûnerê DYA’yê yê ji bo Sûriyeyê Tom Barrack li paytexta Urdun Emanê hevdîtin bi Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî re kiribû. Hevdîtin erênî hat nirxandin. Tê çavdêrkirîn ku dê bi sponseriya Serokkomarê Fransayê Emmanul Macron hevdîtineke berfireh li Parîsê pêk were.

25’ê Tebaxê bi mijara nîqaşkirina asoyên pêkanîna peymana 10’ê Adarê û pêşxistina aramiyê, şandeyek Amerîkî ya payebilind li Şamê bi Ehmed El Şeri re û li Urdunê jî bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kir.

Senatora Amerîkî Jeanne Shaheen ku cihê xwe di nava şandeyê de girtibû, piştgiriya DYA’yê re bi QSD’ê re anî ziman û got, entegrekirina QSD’ê ya di nav artêşa Sûriyeyê de wekî "mijareke bingehîn" ji bo xurtkirina têkoşîna li dijî terorê û misogerkirina aramiya welêt bi nav kir.

ASYOYÊN NEZELAL

Hikumeta Şamê ji erkên xwe direve û Tirkiye jî zextên li ser wê zêdetir dike. Ev jî nîşan didin ku asoyên diyaloga nîştimanî ya Sûriyeyê di bin gefa xetimî de ye. Ji van zêdetir demek ji bo hevdîtina di navbera her du aliyan de aşkera nebûye.

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi biryar in ku Sûriyeyê divê li ser esasê hevbeşiyê bê avakirin, lê hikumeta Şamê daxuyaniyên hişk dide. Ev nêzîktî peymana 10’ê Adarê li pêşberî ezmûneke zehmet re rû bi rû dihêle.

Ligel van geşedanan jî rola girîng a hêzên navneteweyî derdikeve pêş; an dê Parîs û Washington bikaribin her du aliyan bînin ser maseya diyalogan, an jî wê dosyaya Sûriyeyê ber bi jevketinê ve biçe. Îhtîmala duyem jî li ser siberoja welat û ewlehiya wê xetere ye.

(bb)

ANHA