’Ramanên Rêber Apo jin ji qirkirinan parastin’

Berdevaka Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Ahîn Elî diyar kir ku ramanên Rêber Apo jin ji qirkirinan parastin û wiha got: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û serxistina pêvajoya aştiyê tê dikoşin.’’

’Ramanên Rêber Apo jin ji qirkirinan parastin’
30 tebax, 2025   02:35
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO

Berdevaka Komîteya Perwerdê ya Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ahîn Elî têkildarî Banaga Aştî û Civaka Demokratîk ya ku Rêber Abdullah Ocalan û rola jinan ji bo serxistina bangê ji ajansa me re axivî.

Ahîn Elî diyar kir ku Banga Aştiyê û Civaka Demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan di 27'ê Sibata îsal (2025) de kiriye ji tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn û Kurdistanê re çareserî ye û got: "Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşengtiya vê pêngavê hilgirtine ser milê xwe. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û pirsgirêka jinan divê hemû jin erka vê pêngavê hilgirin ser milê xwe."

’LI BAKUR ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ JIN JI BO AZADIDA FIZÎKÎ YA RÊBER APO LI QADAN E'

Ahîn destnîşan kir ku bi xwedîderketina li banga Rêber Abdullah Ocalan wê civakek demokratîk û kesayetek azad ava bibin û ev li gotinên xwe zêde kirin "Dema civak li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xwe pêş bixe dikare azadiya xwe jî bi dest bixe.  Em jî dibêjin ku divê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were."

Ahîn îşaret bi vê yekê kir ku banga Rêber Apo mafên tevahî pêkhateyên civakê mîsoger dike û wiha domand: "Banga Rêber Apo ji bo guhertin û veguhertina di sîstemên desthildariyê de ye. Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi tevahî pêkhateyên wê ji bo azadiyê fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan timî li qadên têkoşînê ne."

'BANGA RÊBER ABDULLAH OCALAN WÊ BIBE ÇARESERIYA TEVAHÎ PIRSGIRÊKAN'

Ahîn bal kişand ser beşdariya jinan di pêngava 'Em dixwazin Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin" û da zanîn ku di vê pêngavê de tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxwaza dîtina Rêber Apo kirin, ji ber ku ramanê Rêber Apo ji bo jinan persektif e.

Ahîn wiha axaftina xwe berdewam kir: " Eger di destpêka şoreşê de me xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo perwerde nekiriba, em niha bi qirkirinê re derbas biban. Ramanên Rêber Apo em ji qirkirinan xelas kirin. Niha jî erk û rola jinan çareseriya pirsgirêkên gelê Kurd û Rojhilata Navîn e.”

Berdevaka Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Ahîn Elî di dawiya axaftina xwe de wiha got "Daxwaza me dîtina me Rêber Abdullah Ocalan e. Ji bo azadiya Rêber Apo divê jin pêşengtiyê bikin û têbikoşê xwe xurttir bikin."

(bb)

ANHA