Şaredariya Gel têketinên Reqayê sererast dike

Şaredariya Gel a Reqayê li ser bingeha pêşxistina rewşa avahîsazî û hêsanbûna tevgera çûn û hatinê xebatên sererastkirin û pêşvebirina têketinên bajêr dane destpêkirin.

Şaredariya Gel têketinên Reqayê sererast dike
Şaredariya Gel têketinên Reqayê sererast dike
Şaredariya Gel têketinên Reqayê sererast dike
Şaredariya Gel têketinên Reqayê sererast dike
Şaredariya Gel têketinên Reqayê sererast dike
Şaredariya Gel têketinên Reqayê sererast dike
30 tebax, 2025   04:25
REQA

Di çarçoveya plana xwe ya başkirina binesazî û derxistina rûyê şaristaniyê yê bajarê Reqayê de, Şaredariya Gel dest bi xebatên sererastkirina têketinên bajêr kir. Destpêkê, di 20ˊê Tebaxa 2025ˊan de dest bi xebata sererastkirinê ya têketina rojhilat hat kirin.

Li gorî serokê Nivîsgeha Lêkolînan a Daîreya Pîşeyî ya şaredariyê Cuma Hîcaz, xebatên heta niha hatine kirin amadekirina alavan, kolandina rê û berfirehkirina wê ku kêmberiya wê bigihîne 27 metreyan. Ew gavek e ji bo başkirina binesaziyê û hêsankirina tevgera çûn û hatina şêniyan, kesên ji gundewarê rojhilat û kantonên derdorê weke Cizîrê û Dêrazorê tên.

Hîcaz diyar kir ku wê têketinek ji çûn û hatinê were avakirin. Kêmberiya her rêyekê 25 metre ye, dê kêleka rê were firehkirin da ku tevgera çûn û hatinê û qerebalix kêm bibe.

Dîzayna têketinê li ser şêwazek mîmariya kevneşopî û rêbazên pêkanînê yên nûjen be. Dê rê bi bêtûn û keviran were çêkirin, da ku estetîkbûyînekê bide bajêr.

Tê payîn ku xebata bi hemahengiya daîreyên xizmetguzarî, peywendî û avê tê kirin nêzî mehan bidome.

Şaredariya Gel diyar kir ku ev xebat gava yekem a planeke berfireh e ku dê di dema pêş de heta têketinên mayî yên Reqayê dirêj bibe. Armanc ew e ku binesazî û estetîkbûna bajêr werin başkirin û li gorî daxwazên gel û ziyaretvanan be.

(fr)

ANHA