Li Tebqayê amadekariyên Komxebata 5’emîn a Hunera Şêwekariyê

Kantona Tebqayê bi sponseriya Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk amadekariyên lidarxistina 5. Komxebata Rojava ya Hunera Şêwekariyê dike.

Li Tebqayê amadekariyên Komxebata 5’emîn a Hunera Şêwekariyê
30 nîsan, 2025   17:42
TEBQA

Di çarçoveya piştgiriya çand û hunerê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, kantona Teqayê bi sponseriya Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyên mazûvaniya lidarxistina 5. Komxebata Rojava ya Hunera Şêwekariyê dike. Komxebat wê di 3 heya 8’ê Gulanê de li dar bikeve.

Komxebata her du salan li dar dikeve, wê nêzî 35 şêwekar û peykersazên ji tevahî herêmên Rêveberiya Xweser, ji hundirê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê beşdar bibin.

Hevserokê Navenda Çand û Hunerê ya kantona Tebqayê Elî Elaya diyar kir ku bernameya komxebatê de merasîma vekirinê û pêşgotinê li ser dika şehîd Mesna Ebdulkerîm tên pêşkêşkirin, piştre atolyeyên hunerî li kafîteryaya Şemis tên lidarxistin.

Elaya anî ziman ku armanca wan ji vê komxebatê pêşxistina hunerê û piştgiriya çandê li ser asta kantonê û tevahî Sûriyeyê ye û got: "Di roja pêşîn a komxebatê de wê komîteyên pispor hûrgiliyên çalakiyan ragihînin."

Wê piştî komxebat bi dawî bibe Pêşnageha Rojava were vekirin û wê li vê pêşangehê berhemên şêwekariyê li pêşangehê werin pêşandan.

(mh/fr)

ANHA